Penabereke Efxanî li ser sînorê Wanê canê xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan (K24) – Jineke Efxanî li gel du zarokên xwe dema ji Rojhilatê Kurdistanê bi rêyên qeçaxî derbasî bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê dibû, li ser sînor ji ber sir û sermayê canê xwe ji dest da.

Li gor çapemeniya Tirkiyê, jineke Efxanî li gel du zarokên xwe dema hewl dida derbasî Wanê bibe, li ser sînor ji ber sir û sermayê canê xwe ji dest daye û herdu zarokên wê zindî mane.

Hat gotin ku ew penabera Efxanî ji bo zarokên wê zindî bimînin û sermayê biparêzin, goreyên xwe xistine destê zarokan.

Termê wê jina Efxanî li ser sînor ji aliyê gundiyan ve hat dîtin.

Hêzên Amerîka 31ê Tebaxê û piştî 20 salan, ji Efxanistanê vekişiyan. Piştî Tevgera Talîban li welat bû deshilatdar bi milyonan kes penaber bûn.