Celuyê Qehwecî 61 sal in çayê difiroşe
Diyarbekir (K24) – Li Cizîra Botan welatiyek ku 61 sal berê dest bi çayfiroşiyê kiriye tevî temenê xwe yê bilind bi bi vîn û enerjiyeke mezin kare xwe didomîne. Welatiyê ku bi navê Celuyê Qrhwecî tê nasîn dibêje ew enerjiya xwe ya karkirinê ji denge dengbêjan distîne.
Evdilcelîl Cazim. 74 salî ye. Li Cizîra Botan dijî. Her sibeh bi heman coş û kelecanê ji xew radibe û berê xwe dide cihê xwe yê kar. Welatiyê ji Cizîra Botan din ava xelkê de jî deng vedaye û di civakê de bi navê Celuyê Qehwecî tê nasîn. Ew bi xwe jî dibêje ew ti caran navê Evdilcelîl bi kar nayne û dixwaze jê re Celuyê Qehwecî were gotin. Celuyê Qehwecî 61 sal berê dest bi firoştina çayê kiriye. Her çiqas di çend beşên jiyana xwe de ji pîşeya xwe dûr ketibe jî dibe dawiya dawî wî dîsa berê xwe daye pîşeya xwe ya destpêkê. Celuyê Qehwecî xwediyê enerjiyeke mezin e, kesayetek e rengîn e û civaka ku ew tê de bi bi hebuna wî û tevgerên wî şad dibe û dibêje ew kare çayfiroşiyê bi pirranî ji ber ku jê hes dike didomîne.
Celuyê Qehwecî ji K24ê re got:“Navê min Celuyê Qehwecî ye. Ez kurê Farisê Sîrkê me. 61 sal in ez vî karî dikim. Ez xizmeta milleta xwe dikim. Li ber destê xalê xwe qedrî şagirt bum. Wisa min dest vî karî kir. Ez bi kare xwe jî serfiraz im.”
Teybetmendiyek din a Celuyê Qehwecî jî ew e ku di nava derdora xwe de bi wê teybetmendiya xwe jî tê nasîn, heskirina dengbêjan e. Celuyê Qehwecî dide zanîn ku tişta div î temenê wî yê mezin de hêza karkirinê dide wî denge dengbêjan e û bi teybetî jî dide zanîn, roja ku denge Heme Arifê Cizîrî neçe guhê wî wê rojê ji jiyana xwe nahesibîne. Celuyê Qehwecî dibêje dengbêj baş werin guhdarîkirin dê efsuna dengbêjiyê jî were dîtin ku dikare bibe motîvasyonek xurt bo jiyanê jî.
Celuyê Qehwecî dibêje: “Roja ku denge Heme Arif neçe guhê min, xwîna min nagere. Yên ku guhdarî Heme Arif nekin tiştek ji dine fam nekirine. Ez bi denge wî dişixulim. Dengbêjî keyf û şahî û xweşî ye.”
Celuyê Qehwecî di kargeha xwe ya biçuk de bi dahatek ku bikaribe pêdiviyên xwe yên jiyana rojane dabîn bike bi awayeke bextewar jiyana xwe didomîne û dide zanîn rewşa wî ya aboriyê baş be jî , ne baş be jî heta ku hêza wî têrê bike ew ê pîşeya xwe ya ku 61 sal berê dest pê kiriye bidomîne.