Li Diyarbekirê Mîhrîcana Hamsiyên Behra Reş hat lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê Mîhrîcana Hemsiyên Behra Reş bi dîmenên rengîn hat lidarxistin. Şaredarên navçeya Sûr a Diyarbekirê û navçeya Of a Trabzonê, bi mîhrîcana hemsiyan xwestin peyama bipêşxistina biratiya herdu şaredariyan û çanda pêkvejiyanê bidin.
Li Qada Şêx Seîd a Diyarbekirê Mîhrîcana masiyên behra reş “Hamsî”, bi beşdariyeke girseyî hat lidar xistin. Mîhrîcan bi şiyara ‘govend jî horon jî yên me ne’ û bi çalakiyên folklorîk, konsert û xwarina masiyên hamsî birêveçû.
Qaymeqamê Sûrê ku hem wext qayimê şaredariya Sûrê ye Abdullah Çîftçî anî ziman ku lidarxistina van mîhrîcana nîşaneya, aramî û ewlehiya civakî ye û xwestine bi vê mîhrîcanê, nîşan bidin ku hemû çand û cudahiyên li Tirkiyeyê jî nîşaneyên pêkvejiyanê ne.
Qaymeqamê Sûrê Abdullah Çîftçî ji K24ê re got:”Navçeya Sûrê bi qedîmiya xwe û bi pêkvejiyana çand, bawerî û nasnameyên cuda tê nasîn û zanin. Loma jî xaleke taybet e ku 33 şaristanî lê derbasbûne. Li Tirkiyeyê êdî rewşeke aştiyane û aram hey e û em jî dixwazin, çanda pêkvejiyanê jî geş bikin. Me îro li vê derê şahiya masiyên behra reş çêkir, emê li Of a Trabzonê jî mîhrîcana cîger-cerga Diyarbekirê lidar bixin û dewlemendiyên xwe parve bikin.”
Parêzgarê Diyarbekirê Munîr Karaloglû jî daxuyand ku ew hewl didin ku bajarê Diyarbekirê bi şahî û ruyê xwe yê qadîm û dewlend bê nasîn. Loma jî lidar xistina çalakiyên wiha girîng nirxand.
Şaredarê navçeya Of a Trabzonê Salîm Salîh Sarialîagaoglû jî şanaziya xwe ji bo hatina Diyarbekirê ragihand û anî ziman ku dê pêwendiyên xwe zêdetir bipêş jî bixin.
Şaredarê navçeya Of a Trabzonê Salîm Salîh Sarialîagaoglû ji K24ê re wiha axivî: “Ez bi hatina Diyarbekirê gelek şanazim û spasiya Parêzgarê Diyarebkirê û Qaymeqamê Sûrê dikim. Em dixwazin çanda aştî û biratiyê, çanda pêkvejiyanê li welatê me belav bibe. Ev mîhrîcan jî nimûneyekî ye û ez bawerim emê bi xurtkirina pêwendiyên xwe çanda pêkvejiyanê bicîh jî bikin.”
Mîhrîcan bi beşdariyeke girseyî û bi taybet jî ciwan û zarokan geş bû.
Akademisyen û Mixtarê li gundekî Diyarbekirê Hakan Guzelsoy jî bal kişand ku govend û horon leystika Kurdan û leystika behra reş bune şiyarên festivalê û bi vî rengî çand û folklora Kurdî jî dikare xwe zêdetir bide nasîn.
Hakan Guzelsoy dibêje: “Bi festivaleke wiha diyar dibe ku govend wek leystikeke vê derê wek fermî jî hatiye nasîn. Mhrîcaneke xweş e û baş e. Lê hinek kêmasiyên wê jî hene. Dikaribû li gel masiyê behra reş ku taybet xwarineke behra reş e, cigera Diyarbekirê jî bihata nasîn ku parêzgarê Diaybekirê ragihand dê li Ofê,, yanî behra reş jî dê mîhrîcana cîgerê bê lidarxstin.”
Mîhrîcan piştî axaftinan, bi gerandina govend û horonê û pêşkêşiya muzîkê berdewam kir û piştî xwarina masiyan jî xilas bû.