Parêzgariya Diyarbekir: Ji îro û heta 23ê mehê dê qerîsek bikeve
Diyarbekir (K24) – Parêzgeriya Diyarbekir bi daxuyaniyeke nivîskî bang li raya giştî kir, ji ber sermaya zêde tê pêşbînîkirin qerîsek bikeve erdê û dibe ev yek bibe sedema rewşên neyînî û bi teybetî bila cotkar bergiriyên xwe bistînin.
Ji Parêzgeriya Diyarbekir derbarê rewşa hewayê de bi daxuyaniyeke nivîskî hişyarî hat dayîn. Di daxuyaniyê de tê amajekirin ku tê pêşbînîkirin heta 23yê vê mehê roja yekşemê qerîsek çêbe û dibe ku ev yek bibe sedema rewşên neyînî.
Bi teybetî jî bang li cotkaran tê kirin ku di warê çandinî yê de bila bergiriyên xwe werbigrin û li gorî vê rewşê tevbigerin.
Her wiha Saziya Hewayê Ya Tirkiyeyê pêşbînî dike ku ji îro piştî nîvro pê de heta roja Pênşemê befir bibare û bo roja Pêncşemê jî tê amajekirin ku pileya germe dê nava rojê 1 pile be û dane şeve jî tê pêşbînîkirin ku -16 pile be û bo vê yekê jî hişyarî bo welatiyan tê dayîn ku haydar û ajokar jî li gorî vê rewşê tevbigerin.