Li Diyarbekirê berf barî û gelek rêyên nav bajêr xetimîn

Barîna berfê li navendê dest pê kir û bû sedema pirsgirêkan.

Diyarbekir, wêne: K24
Diyarbekir, wêne: K24

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê barîna berfê li navendê dest pê kir û bû sedema pirsgirêkan jî. Gelek rêyên sereke yên nav bajêr ji ber berfê hatin girtin û ji ber ku erd tehîsekî bûye jî gelek wesaîtan qeza kirin an jî xetereya qezayê derbas kirin.

Li Diyarbekirê berfa ku li navendê dihat çaverêkirin piştî nîvro demjimêr derdora 14.00ê dest pê kir û di demeke kin de erd sipî bû. Barîna berfê li nava bajêr bû sedema pirsgirêkan jî ku erd tehîsekî bû û bû sedema qezayên trafîkê jî.

Gelek rêyên sereke yên nava bajêr ji ber berfê hatin girtin. Rêya Ruhayê û Rêya Elezîzê ku reyên sereke û qerebalix in ji ber berfê xetimîn.

Xebatên vekirina rêyan jî bi wesaîtên şaredariyê didomin û wesaît xwê li rêyan direşînin.

Tê pêşbînîkirin ku li Diyarbekirê heta roja pêncşemê befir bibandor be. Her wiha Parêzgeriya Diyarbekirê jî hişyarî da ku dê heta 23yê mehê sermaya dijwar bibandor be ku dê germahî dakeve bin sifirê de heta -16 pile jî.