Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Jeanine Plasschaert kir

Li ser geşedanên herî dawî yên Iraqê gotûbêj kirin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêncşemê 20ê Çileya 2022yan pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir.

Di civînê de li ser geşedanên herî dawî yên Iraqê yên piştî hilbijartina Desteya Serokatiya Parlamentoyê û hewldanên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê gotûbêj hat kirin.

Her dualî xwazyar bûn ku hikûmeta nû ya Iraqê, hikûmetek be ku bêyî ciyawazî, xizmeta hemû pêkhate û welatiyên Iraqê bike û asayîş û seqamgîriyê dabîn bike û kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî jî li ser bingeha destûrê çareser bike.