DAIŞê êrîşî artêşa Iraqê kir: 11 serbaz hatin kuştin
Li devera Uzeym êrîşî artêşa Iraqê kir.
Hewlêr (K24) – Çekdarên DAIŞê vê sibê 21ê Çileya 2022yan li devera Uzeym êrîşî artêşa Iraqê kir, li gor amarên destpêkê, 11 serbaz hatin kuştin.
Medyaya Iraqê ragihand; li nahiya Uzeym a ser bi parêzgeha Diyala, DAIŞê êrîş artêşa Iraqê kir.
Hat ragihandin ku ji ber êrîşa çekdarên DAIŞê 11 serbaz hatin kuştin û hejmarek serbaz jî birîndar bûn.
Herwiha hat diyarkirin ku hêzên piştevanî yên ser bi artêşa Iraqê gihîştin deverê û li gor zanyariyên destpêkê, ev êrîş di nava îsal de êrîşa herî tund a çekdarên DAIŞê bûye.