Li Diyarbekirê di nava rojekê de 186 qezayên trafîkê rû dan

Li Bakurê Kurdistanê barîna berfê sekinî, lê vê carê jî sermayeke dijwar dest pê kir.

Diyarbekir, wêne: K24
Diyarbekir, wêne: K24

Diyarbekir (K24) - Li Bakurê Kurdistanê barîna berfê sekinî, lê vê carê jî sermayeke dijwar dest pê kir, qerîsek ket erdê û ev rewş bû sedema bi sedan qezayên trafîkê ku tenê li Diyarbekirê din ava rojekê de 186 qezayên trafîkê rû dan.

Li Bakurê Kurdistanê barîna berfê ya ku bi giştî sêşemê 18ê mehê dest pê kiribû rawestiya û cihê xwe da tavê û sermaya dijwar.

Saziya Hewayê ya Tirkiyeyê pêşbînî dike ku li Bakurê Kurdistanê heta roja yekşemê 23yê mehê hewa vekirîbe û sermaya dijwar û ziwa hebe ku ev yek dê bibe sedema qerîsekê ku metirsiya qezayên trafîkê jî dê zêdetir bibin.

Tenê li  Diyarbekirê 186 qeza ji ber qerîsekê rû dan û ji ber berfê jî rêya 689 gundan hat girtin. Li Colemêrgê  3 roj tav e, ji duşemê heta înê berf e.

Li Erziromê 2 roj tav e û paşê dê 6 rojan berf bibare û pileya germe jî dê heta -17 pile dakeve.

Wan 3 roj tav e û ji duşemê heta înê berf e û ji ber berfê 190 wesaît û 350 welatî di rê de asê man. Li Meletî rêya 5 navçeya ji ber barîna berfê hat girtin.

Li Mereşê rêya 9 navçeyan ji ber barîna berfê hat girtin.

Li Çewligê rêya 281 gundan hat girtin. Li Mêrdînê rêya 418 gundan hat girtin. Li Qersê 3 rıj tav e û paşê 5 rojan berf dê bibare û pileya germe dê heta -21 pile dakeve.

Li Agiriyê 3 roj tav e û paşê 5 rojan berf dê bibare û pileya germe jî dê -25 pile dakeve.