Di nava du rojan de 12 hezar geştyarên Iraqî hatin Hewlêrê

"Di mehekê de 130 hezar geştyar bi rêya bejahî serdana Hewlêrê kirine"

Hewlêr, roja 20ê Çileya 2022yan, wêne: Mebest Behaedîn
Hewlêr, roja 20ê Çileya 2022yan, wêne: Mebest Behaedîn

Hewlêr (K24) – Rêveberiya Geştûguzariyê ya Hewlêrê Îsmaîl Mînexan ragihand; di nava du rojan de 12 hezar geştyar ji bajarên naverast û başûrê Iraqê serdana Hewlêrê kirine.

Îsmaîl Mînexan ji K24ê re ragihand: “Tenê di nava rojên 20 û 21ê vê mehê de zêdetirî 12 hezar geştyar ji bajarên naverast û başûrê Iraqê hatin Hewlêrê.”

Mînexan eşkere kir: “Di vê mehê de 130 hezar û 396 geştyar tenê bi rêya bejahî serdana Hewlêrê kirine.”

Ev di demekê de ye ku di van çend salên dawî de plana taybet a Desteya Geştûguzariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye ji bo girîngîdana sektora turîzma demsala zivistanê, ji bo vê yekê jî çendîn konferansên taybet hatine encamdan, herwiha di navbera kompaniyên geştyariyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê de hemahengî çêbûne.

Hewlêr, roja 20ê Çileya 2022yan, wêne: Mebest Behaedîn