Ji ber barîna berfê rêyên di navbera bajaran de jî hatin girtin
Bi sedan barhilgir di rê de mane
Diyarbekir (K24) – Ji ber barîna befirê li Bakurê Kurdistanê rêyên navbera bajaran jî hatin girtin. Rêya navbera Diyarbekir - Çewligê û rêya navbera Diyarbekir - Ruhayê jî ji ber barîna befirê hat girtin û bi sedan barhilgir di rê de man.
Pêleke din a befir barînê li Bakurê Kurdistanê dest pê kir û ji ber vê yekê jî li gel rêyên gundan vê carê rêyên navbera bajaran jî hatin girtin.
Herî dawî jî rêya navbera Diyarbekir Çewligê û rêya navbera Diyarbekir Sêwereg - Ruhayê hat girtin û bi sedan barhilgir di rê de asê man.
Her wiha li Bakurê Kurdistanê rêyên din ên hatine girtin wisa ne.
Rêyên Kayserî -Meletî, Sêwaz- Erzingan, Kangal-Erebgir, Koçgirî - Gêrcanis, Qaqizman - Agirî, Sêwereg - Semsûrê hatine girtin.
Her wiha hat ragihandin ku li otogarên Diyarbekir û Wanê jî geştên otobêsan ji ber barîna befirê hatine rawestandin û ji ber vê yekê jî gelek rêwî niha di otogaran de dimînin.
Li gorî daneyên Saziya hewayê Ya Tirkiyeyê dê heta dawiya hefteyê jî li Bakurê Kurdistanê befir û serma bandora xwe bidomîne.