Li Erziromê 2 welatî di bin aşîtê de man
Li navçeya Xorasan a Erziromê ji ber barîna befira zêde aşît ket.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li navçeya Xorasan a Erziromê ji ber barîna befira zêde aşît ket û 2 welatî di bin aşîte de man. Xebatên derxistina welatiyan didomin û tîmên hawarçûnê yên AFADê jî li cihê bûyerê xebatên xwe didomînin.
Hat ragihandin ku li navçeya Erziromê li Xorasanê demjimêr 15.00ê 2 welatiyên bi navê Abdullah Aktaş û Cuneyt Aktaş mane bin aşîtê de û xebatên rizgarkirina welatiyan jî ji aliyê tîmên hawarçûnê ve didomin.
Hat zanîn ku wan 2 welatiyan ji ber kêmbûna avê xwestine depoya avê kontrol bikin û di wê demê de aşît ser wan de hatiye.
Parêzgarê Erziromê Okay Memîş da zanîn ku wan hemû tîmên xwe yên lêgerîn û rizgarkirinê bo cihê aşîtê şandine.
Muxtarê Taxa Qadî Celal Mehmet, Salîh Demîr jî da zanîn ku hemû rê girtî ne û encax 5-6 demjimêran de rê werin vekirin û ji ber vê yekê jî divê bi helîkopteran bikarin bigihîjin cihê bûyerê.