Li Herêma Kurdistanê barîna berfê didome
Li gor pêşbîniyên Keşnasiyê, bandorên pêla berf û baranê li ser deverên Herêma Kurdistanê dê bidomin.
Hewlêr (K24) – Li gor pêşbîniyên Keşnasiyê, bandorên pêla berf û baranê li ser deverên Herêma Kurdistanê dê bidomin û li deverên çiyayî jî barîna berfê berdewam e.
Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Herêma Kurdistanê pêşbîniyên ji bo keş û hewayê ragihand; li gor pêşbîniyên 48 demjimêrên bê, îro esman bi ewr e, ligel barîna nîv baran li deverên çiyayî berf dibare.
Li ser rewşa hewayê ya sibe, Keşnasî pêşbînî dike; roja şemiyê esman di navbera ewr û nîv ewr de dibe û barîna baranê jî didome, tevî barîna berfê li hinek deverên çiyayî.