Li Şingalê bûkekê di xewê de canê xwe ji dest da

Zava jî îro dawî li jiyana xwe anî.

Wêneya bûk û zava
Wêneya bûk û zava

Hewlêr (K24) – Li navçeya Şingalê bûkekê di xewê de canê xwe ji dest da û zava jî îro dawî li jiyana xwe anî.

Nûçegihanê K24ê yê li Şingalê ragihand; piştî çend roj di ser mirina bûkê re derbas bûn, îro 28ê Çileya 2022yan zava jî xwe xeniqad û dawî li jiyana xwe anî.

Nûçegihanê me eşkere kir; Nesrîn û Qasim ew bûk û zava bûn, ku berî 40 rojan zewicîn û bûkê şevekê di xewê de jiyana xwe ji dest da.

Li gor zanyariyên nûçegihanê K24ê, piştî mirina hevjîna xwe, zava jî îro dawî li jiyana xwe anî. Herdu bûk û zava xelkê komelgeha Borkî ya ser bi nahiya Sinûnê ya navçeyê Şingalê ne.