Welatiyên Diyarbekirê bi geştan bajarê xwe nas dikin
Diyarbekir (K24) – Kompanayayeke geştiyarî bi projeyekê şûnwarên dîrokî, çand û taybetmendiyên li bajarê Diyarbekirê bi nişteciyên Diyarbekirê dide nasîn. Di çarçoveya projeye de her heftê bêy ku tu berdeleke madî ji welatiyan bê wergirtin, li ciyên dîrokî tên gernadin û çand û dîroka bajêr ji bo welatiyan tê ravekirin.
Li Diyarbekirê welatî bajarê xwe nas dikin. Di çarçoveya projeyekê de her hefte grupeke welatiyên ji Diyarbekirê li bajarê xwe geştê dikin û çand û dîroka li bajêr bo wan tê ravekirin.
Rehberê geşt û geştiyarî Mûrat Kutlû, anî ziman ku ew ji Diyarbekirê nîn e, lê aşiqî bajarê Diyarbekirê ye û dema ku karê xwe kiriye de bala wî kişandiye ku gelek nişteyên Diyarbekirê, bajarê xwe baş nas nakin. Loma jî bi vê projeyê dixwaze bajarvaniyên Diyarbekirê bajarê xwe nas bikin.
Rehberê Geştiyarî Mûrat Kûtlû ji K24ê re got: “Ez her hefte ji vê deverê geştiyaran dibin deverên din, lê heftê rojekî, Diyarbekirê bi nişteciyên li Diyarbekirê didim nasîn û vî kara bê pare dikim. Welatî li bajaran dijîn, lê hûrgulîyên çand û dîroka bajarê xwe nizanin. Diyarbekir jî bajarekî piralî, qedîm û bi dewlemendiyan tije ye, loma jî ta ji deste min tê ez wan hûrguliyên bajêr nîşanî welatiyan didim da ku bajarê xwe baştir nas bikin û dema nas bikin jî dê zêdetir jê hez bikin.”
Welatiyên ku beşdarî geştê bûne jî hin ji wan berê jî li wan ciyan geriyan e, lê derheqê wan ciyande xwedî agahî nebûne û hin ji wan jî yekem car e, li van ciyan digerin.
Welatî Bîrsen Alkiş dibêje: “Min Li ser medya civakî dît ku geşteke wiha tê kirin û min dil nedikir ku beşdar jî bibim. Lê hevala min li bajêr negeriyabû û wê xwest ku em pêkve beşdar bibin. Min wisa dizanî ku ez van deran dizanim û nas dikim. Lê piştî agahdariyan min dît ku me van şûnwarên dîrokî tenê temaşe kiriye û hîç nas nekiriye. Loma jî gelek sûdbexş derbas dibe.”
Welatî Sevda Îstemî got:”Me livan keviran dinihêrî, lê nizanibû ku ew çi wateyan dihevînin û çi didin zanîn. Yanî em li ser van şûnwaran dîrokê fêr bûn û kesên ku bixwazin bajêr û welatê xwe nas bikin, divê zêdetir bigerin û agadar bibin.”
Hat ragihandin ku dê her hefte bi vî rengî welatiyên li Diyarbekirê li ciyên dîrokî yên bajêr bên gerandin û agahiyên li ser wan şûnwaran bên parvekirin.