375 malbatên koçber ên Serê Kaniyê vedigerin vedigerin ser cih û warên xwe
Navenda Nûçeyan (K24) –Di çarçoveya karwana heştemîn de, 375 malbatên koçber ên xelkê Serê Kaniyê ku li Kampa Waşokanî û navendên stargehan ên Hesekê dima, vedigerin ser gund û malên xwe.
Berdevkê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Mehmûd Cemîl derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand, piştî temambûna rêkarên lojîstîkî û bi hevahengiya di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn, tîma rêveberiyê û Komîsyona Karûbarên Koçberan de, sibeha îro 375 malbatên koçber ji Kampa Waşokanî û ji çend stargehên demkî yên di nava dibistanan de ber bi herêmên xwe ve bi rê ketin.
Mehmûd Cemîl diyar kir ku ev malbatên vegeriyane, xelkê gundên Serê Kaniyê, navçeya Zirganê û gundên ser bi devera Til Temirê ya li bakurê Hesekê ne.
Berdevkê komîteyê her wiha bang li ajansên Neteweyên Yekgirtî (NY) û hemû aliyên peywendîdar kir ku ji bo zêdekirina hejmara malbatan di her karwanekê de bixebitin û mîkanîzmaya vegera bi ewle û birûmet a koçberan ber bi herêmên wan ên li Serê Kaniyê û gundên wê ve bilezînin.
Li gorî agahiyan, ji meha Tebaxa borî ve heta niha di çarçoveya heft karwanan de zêdetirî 4 hezar û 100 malbatên koçber ên Serê Kaniyê vegeriyabûn ser mal û miilkên xwe.
Li gorî raporên saziyên navdewletî û yên mafên mirovan, di encama operasyona leşkerî ya dewleta Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî opozîsyona Sûriyeyê ya di Cotmeha 2019an de hatibû destpêkirin, nêzîkî 300 hezar welatî tenê di rojên pêşîn ên êrişê de ji herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî koçber bûbûn.