Li Zaxoyê maratona hişyariya nexweşiya şekir birêve çû
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Zaxoyê, bi helkefta Roja Cîhanî ya Nexweşiya Şekir û bi mebesta bilindkirina asta hişyariya tenduristiyê, maratoneke bezê hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Koleja Bijîşkî ya Zaxoyê ve hat organîzekirin û Kurdistan24 sponsera wê ya medyayî bû.
Ev duyem car e ku Koleja Bijîşkî ya Zaxoyê vê maratonê bi rê ve dibe. Rêya maratonê li Kornîşa Delal li nêzîkî bîrdariya "The Best" dest pê kir. Çalakî di çarçoveya kampanyayeke berfireh a tenduristiyê de hat sazkirin ku ji sê beşên sereke (maraton, konferans û festîval) pêk tê.
Rêkxera maratonê Dr. Hacir Hesen di daxuyaniyekê de hûrgiliyên beşdariyê ji Kurdistan24ê aşkere kirin û da zanîn: "Di maratona îsal de 550 kesan beşdarî kir ku ji wan 450 mêr û 100 jin bûn. Dirêjahiya rêya bezê ji bo mêran 4.2 kîlometre û ji bo jinan jî 3 kîlometre hatibû diyarkirin."
Dr. Hacir Hesen bal kişand ser armanca vê çalakiyê û tekez kir ku mebesta sereke hişyarkirina civakê û balkişandina ser girîngiya xweparastinê ye: "Werziş û çalakiya fîzîkî ji bo laşê her mirovekî pêwîstiyeke sereke ye, bi taybetî ji bo kesên bi nexweşiya şekir ketine livîn gelekî jiyanî ye."
Rêkxera çalakiya tenduristiyê da zanîn ku plana wan li ser sê gavan hatiye avakirin ku ew jî "bazdan, fêrbûn û pişkinîn" e.
Di heman çarçoveyê de biryar e êvarê festîvaleke girseyî ji bo hişyarkirina xelkê bê lidarxistin. Di festîvalê de dê broşurên tenduristiyê bên belavkirin û tîmên pispor bi şêweyekî zanistî amojgarî, rênimayî û şîretên xweparastina ji nexweşiya şekir pêşkêşî welatiyan bikin.