Hunermend Sebrî Şingalî koça dawiyê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermend Sebrî Şingalî îro 31/1/2022an ji ber krîza dil di temenê 39 saliya xwe de li kampa Qadya ya Duhokê koça dawiyê kir.
Hunermend Sebrî Şingalî ku bi navê “Sebrî Qasim Xidir” dihat naskirin, roleka wî ya diyar di hunera folklorî de hebû û ji zarokatiya xwe ve dest bi gotina stranan kiriye.
Sebrî Şingalî bi birayê xwe Xelo Şingalî re ku ew jî dengbêj e, bi hev re sedan stranên folkorî gotine û hewla parastina folklora çiyayê Şingalê dane.
Hunermend Sebrî Şingalî bavê 7 zarokan e, berî ku koçber bibe û li kampa Qadya bi cih bibe, li komelgeha Burk a li nahiya Sinûnê diya.