Hejmara nişteciyên Tirkiyê eşkere bû

Hejmara nişteciyên Tirkiyê gihîşt 84 milyon û 680 hezar û 273 kesan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmara nişteciyên Tirkiyê di dawiya sala 2021ê de, li gor par 1 milyon û 65 hezar û 911 kes zêde bû û gihîşt 84 milyon û 680 hezar û 273 kesan.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara mêran 42 milyon û 428 hezar û 101 kes, hejmara jinan jî 42 milyon 252 hezar û 172 kes bûne. Ango %50,1ê civakê mêr û %49,9ê civakê jî jin in.

Hat ragihandin; bajarê hejmara welatiyan herî zêde Stenbol e, ku hejmara kesên tê de dijîn, 15 milyon û 840 hezar û 900 kes in.

Herwiha bajarê Dêrsimê jî bi hejmara 83 hezar û 645 kesan, weke bajarê ku hejmara welatiyan herî kêm e, hat tomarkirin.