Rizgarkirina zarokê 5 salî gihîşt qonaxa dawî

Li gor zanyariyan, çend demjimêrên kêm mane ji bo rizgarkirina zarokê 5 salî ku ketiye nav bîreke kûr.

Zarokê 5 salî ketiye nav bîreke kûr
Zarokê 5 salî ketiye nav bîreke kûr

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor zanyariyan, çend demjimêrên kêm mane ji bo rizgarkirina zarokê 5 salî ku ketiye nav bîreke kûr.

Medyaya Mexrîbê (Fas) ragihand; li herêma Şifşawin a li bakurê Mexrîbê, tenê çend demjimêr mane, da ku tîmên hawarçûnê bikarin zarokê 5 salî yê bi navê Reyan rizgar bikin, ku ketiye nava bîreke 32 metre kûr.

Hat ragihandin; zarokê 5 salî hîn jî zindî ye, ku ji roja sêşemê 1ê Sibata 2022yan ve ketiye nava wê bîrê.

Desthilatdarên Mexrîbê ji tîmên hawarçûnê daxwaz kiriye, amûrên pêşketî ji bo rizgarkirinê bi kar bînin, da ku di dema rizgarkirinê de ti zirar negihîje wî.

Xebatên rizgarkirina zarokê 5 salî
Xebatên rizgarkirina zarokê 5 salî