Li Akrê agir bi xaniyekî ket û kesekî canê xwe ji dest da
Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê K24ê li Akrê ragihand, li bajarê Akrê agir bi xaniyekî ket û di encamê de welatiyekî 60 salî canê xwe ji dest da.
Diyar kir jî, ew xaniyê agir pê ketiye, ji dar û keviran hatiye avakirin û agir bi daran ket û xanî bi ser wî kesî de hilweşiya.
Destnîşan kir jî, kesê canê xwe ji daye, kesekî xwedî pêwîstiyên taybet e û bi berdewamî kelûpelên kevn û madeyên plastîkî di mala xwe de kom dikirin ku ji ber wê jî agir zû li mala wî belav bû.
Peyamnêrê da zanîn, lêkolîn derbarê sedema vêketina agir de dest pê kiriye.