Reyan canê xwe ji dest da

Zarokê 5 salî Reyan, 5 rojan di nava bîrekê de mabû û şeva borî hatibû derxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Kenala fermî ya Mexribê ragihand, zarokê 5 salî Reyan yê berî 5 rojan ketibû nava bîrekê û şeva borî hatibû derxistin, canê xwe ji dest da.

Roja 2ê Sibata 2022an li gundekî bakurê Mexrîbê, Reyanê 5 salî ketibû nava bîrekê di kûrahiya 32 metran de asê bûbû. Medyaya Mexribê ragihand, tîmên rizgarkirinê karîn Reyan bi xweşî ji bîrê derbixin.

Piştre hikûmeta Mexribê bi fermî ragihand, Reyan canê xwe ji dest daye, bêyî ku diyar bike dema ew derxistine canê xwe ji dest dabû yan di pişt re.

Ketina Reyan di nava bîrê de û hewlên derxistina wî, gelekî hat şopandin û gelek welatan jî bi riya tîmên xwe hewl dan alîkariyê bidin proseya rizgarkirinê.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi erebî û fransî li Facebooka xwe nivîsî: “Ez dixwazim ji malbata zarok Rayan û ji gelê Mexribê re bêjim ku em xemgîniya wan parve dikin.”