Cenazeyê Reyan bi merasîmekê tê veşartin
Li Mexrîbê bi amadebûna bi dehan welatiyan, cenazeyê zarokê 5 salî yê bi navê Reyan tê veşartin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Mexrîbê (Fas) îro duşemê bi amadebûna bi dehan welatiyan, cenazeyê zarokê 5 salî yê bi navê Reyan tê veşartin.
Reyan nêzîkî 100 saet di nava bîreke 60 metreyî de mabû û piştî xebatên pênc rojan hatibû derxistin û îro termê wî tê veşartin.
Destpêkê medyaya Mexrîbê ragihand ku Reyan bi awayekî zindî ji bîrê hatiye derxistin û tîmên rizgarkirinê di hewldanên xwe de bi ser ketin, lê belê piştre hikûmeta Mexrîbê bi fermî ragihand ku zarokê 5 salî canê xwe ji dest daye.
Reyan roja sêşema borî, ketibû nav bîreke 60 metreyî û di kûrahiya 32 metreyê de asê mabû, ji ber ku bîr gelek teng bû, tîmên rizgarkirinê nekarîn têkevin nava bîrê û wî rizgar bikin, loma 4 roj bêyî rawestan erd kolandin û hewl dan Reyan rizgar bikin.