Li Şêxanê di bûyereke trafîkê de 3 kesan canê xwe ji dest dan
Her sê birayên hev bûn.
Hewlêr (K24) - Li navçeya Şêxan a Herêma Kurdistanê di bûyereke trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, ku her sê jî endamên malbatekê ne.
Berdevkê Trafîka Duhokê Azad Taha ji BasNewsê re ragihandiye; îşev li ser rêya gundê Çirre û bajarokê Şêxan kamyonek û otomobîlek li hev ketin.
Azad Taha herwiha diyar kiriye: “Mixabin di wê rûdanê de sê kesan canê xwe ji dest dan ku her sê jî birayên hev û xelkê gundê Çirre bûn.”