Lîstikvanê Amûdî Ehmed Salih û stêra Sûrî Şehid Bermeda dawata xwe kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Lîstikvanê Hilbijardeya Niştimanî ya Sûriyê yê ji bajarokê Amûdê Ehmed Saleh û stêrka Sûrî hunermend Şehid Bermeda li Şamê dawata xwe kirin.
Di merasîma dawatê de, hejmareke mezin ji kesên navdar beşdar bûn, di nav wan de derhêner Sêf El-Subêî, hunermend Nora Rehal, hunermend Nansî Zebelawî û gelek kesên din. Hunermend Nesif Zeytûn jî stran gotin.
Ehmed Saleh ji bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ye, ew lîstikvanê Hilbijardeya Niştimanî ya Sûriyê yê futbolê ye û ji sala 2020an ve bi tîma Erebî ya Kuwêtê re dilîze.
Hunermend û stêra bernameya “SuperStar” Şehid Barmada komek wêne û vîdyoyên dawatê li hejmara xwe ya "Instagram" belav kirin û kêfxweşiya xwe nîşan da.
Hunermend Şehid Barmada jî di daweta xwe de stran gotin.
