Li Tirkiyê 266 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 266 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Nexweşxaneyeke Koronayê li Tirkiyê
Nexweşxaneyeke Koronayê li Tirkiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 266 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 9ê Sibatê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 108 hezar û 563 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 266 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha di 24 demjimêran de 88 hezar û 647 kes baş bûne.