Li Wan, Agirî, Erzîngan û Colemêrgê dibistan hatin girtin

Li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê ji ber berfê dibistan bo dema rojekê hatin girtin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û 5 parêzgehên Tirkiyê ji ber berfê dibistan bo dema rojekê 11ê Sibata 2022yan hatin girtin.

Li parêzgehên Wan, Agirî, Erzîngan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistan û li parêzgehên Karaman, Kayseri, Nigde, Konya û Kayseri yên Tirkiyê ji ber rewşa hewayê ya neyênî dibistan bo dema rojekê hatin girtin.

Li gor parêzgariya wan bajaran ragihandiye, li navçeyên Zêdkan, Hamur û Avkevir  yên ser bi Agirî, li navçeya Geverê ser bi Colemêrgê, li navçeya Elbakê ser bi Wanê û li navçeyên Mansî, Tercan û Otlukbelî ser bi Erzînganê dibistanên seretayî û navîn bo dema rojekê 11ê Sibata 2022yan hatine girtin.

Herwiha dê karmendên kêmendam û ducanî wek bi destûr bên qebûlkirin û naçin saziyên lê dixebitin.

Li çend parêzgehên Tirkiyê jî rewşa hewayê ya neyênî bandorê li jiyanê dike û ji ber berf û bahozê li 5 bajaran dibistan bo dema rojekê hatin girtin.