Wezîrê Veguhestinê hûrgiliyên projeya rêya trênê eşkere kir

"Ji bendera Faw heta deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl projeyeke mezin e."

Hewlêr (K24) – Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher ragihand; rêya trênê ji bendera Faw heta deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl projeyeke mezin e û dê sûdê bide aboriya Kurdistan û Iraqê.

Ano Cewher ji K24ê re diyar kir: “Em li Bexdayê ligel Rêveberiya Rêya Trênê ya Iraqê û Rêya Trênê ya Tirkiyê civiyan, em weke Wezareta Veguhestinê ya Herêma Kurdistanê, me nêrînên xwe ji bo rêya trênê eşkere kir.”

Cewher diyar kir: “Me plana xwe da herdu aliyên Iraqî û Tirkiyê, ku divê rêya trênê ji Kerkûkê were Hewlêrê û ji vir biçe Mûsilê û ji wir jî biçe parêzgeha Duhokê heta Zaxo û Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl, ji wir jî nava axa Tirkiyê û bi rêya Nisêbînê heta digihîje Ewropayê.”

Wezîrê Veguhestinê destnîşan kir; ev proje ji bo siberoja aboriya Kurdistan, Iraq û Tirkiyê gelek girîng e, ev ji bo welatên cîran û welatên Kebdavê jî pêgeheke wê ya girîng heye, lêkolînek heye ku kelûpelên ji rojhilat tên û diçin Ewropayê, niha di 18 rojan de digihîjin, lê belê bi çêkirina vê xetê, di 12 rojan de digihîjin û lêçûnên wê jî kêmtir dibin.

Ano Cewher eşkere kir kir; çêkirina vê xetê ji bo hemû wan welatan bi sûd e, tevî wê jî li Herêma Kurdistanê projeyeke xeta navxwe heye, ku ji Silêmaniyê ber bi Hewlêrê û bajarên din ên Herêma Kurdistanê dirêj dibe.

Fly Erbil Advertisment