Amerîka reklama tirşiyên Hewlêrê dike

Ajansa Geşepêdana Navdewletî ya Amerîkayê (USAID) ya li Iraqê di parvekirinekê de behsa tirşiyên Hewlêrê dike.

Hewlêr (K24) – Ajansa Geşepêdana Navdewletî ya Amerîkayê (USAID) ya li Iraqê di parvekirinekê de behsa tirşiyên Hewlêrê dike û dibêje hêjayî ceribandinê ye.

USAID Iraq li ser hesabê xwe yê facebookê behsa berhemên tirşiyê yên dikanekî Hewlêrê dike û dibêje: “Eger xwarina tirşiyê hez dikî, Hacî Osman dibêje, tirşiyên wî yek ji tirşiyên herî baş ên Hewlêrê ye.”

Ajansa Geşepêdana Navdewletî ji bo baştirkirina proseyên silametî û tendirustiya xurekan û pêşvebirina karên wî, bi rêya online alîkariya Hacî Osman kiriye.

Dikana Hacî Osman

Xwediyê dikanê Hacî Osman di parvekirinê de diyar kiriye ku rahênanên ajansa USAID IGPA/NIFI ji bo baştirkirina kalîteya xurek û bazarkirinê ciyawazî di karên wan de çêkiriye.

Ji ber belavbûna vîrusa Koronayê û qedexeyên hatûçûnê, weke piraniya dikandarên din, bandor li ser Hacî Osman jî kiriye û ew dibêje niha karê wî ber bi başbûnê ve diçe.