Li Stenbolê 3 kes di ofîsekê de mirî hatin dîtin
Sedema mirina wan li gor texmînan ji ber gaz a ku ji tûpê derketiye ye.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Kagithane ya Stenbolê 3 kesên ku hevalên hev bûn û ew demek bû ti agahiyek ji wan nedihate wergirtin bi awayekî mirî hatin dîtin. Hat ragihandin sedema mirina wan li gor texmînan ji ber gaz a ku ji tûpê derketiye ye.
Li Kagithane ya Stenbolê 3 kesên ku ji wan ti agahî nehatin wergirtin bi awayê mirî li ofîsekê hatin dîtin.
Her 3 hevalên ku berî du rojan ji mala xwe derketin, ji wan ti agahî nehat wergirtin û yek ji merivê wan agahî wergirt ku li ofîseke kar in.
Piştî ku çû cihê wê ofîsê û ket hundir dît ku ew 3 kes bê tevger di cihê xwe de mane û ji rewşê polîs û tîmên tenduristiyê agahdar kir.
Tîmên polîs û tîmên tenduristiyê piştî gihiştin cîhê bûyerê, hat zanîn ku hersê hevalên hev jiyana xwe ji dest dane û derbarê bûyerê de lêkolîn dan destpêkirin.
Li gor texmînan, sedema mirina wan hersê ciwanan ji ber gaza ji tûpê derketiye, ku bi jehrî ketine û piştre jî jiyana xwe ji dest dane.