Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sersaxî li bavê Daner kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de sersaxî ji Nebez Salih bavê Daner kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiya telefonî de sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr gihande bavê Daner û hêvî xwast Xwedêyê mezn sebir û aramiyê bide malbata wan.
Bavê Danerî jî bi navê xwe û malbata xwe spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ku bi berdewamî ew di pêwendiyê de bû û berpirsên hikûmetê jî ji bo dîtina termê Daner raspardibûn.
Daner Nebez ê 10 mehî, beriya 55 rojan, roja 17ê Kanûna 2021ê, di dema rabûna lehiyê de li nahiya Daretû ketibû bin avê û winda bûbû. Termê wî jî îro danê sibê li gundê Sorbeş ê deşta Şemamik a li parêzgeha Hewlêrê hat dîtin.