Zarokê Sûrî piştî 4 mehan ji revandinê hat rizgarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîsa bajarê Der’ayê ragihand, piştî dayîna fidyeyê, zarokê revandî Fewaz Qitêfan hat berdan û vegeriya nav malbata xwe.

Fewazê Qitêfan yê 8 ​​salî ji meha Mijdara 2021ê ve ji aliyê komeke nenas ve li bajarokê Abtaa yê li parêzgeha Dar’ayê hatibû revandin.

Koma ku ew zarok revandibû, daxwaza fidyeya 500 milyon Lîreyên Sûrî ku dike (140) Dolaran kiribûn, heta ku wî vegerînin ji malbata wî re.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov diyar kir, revandiyan piştî wergirtina vê fidyeyê, Fewaz berdan.

Kanala fermî ya Sûriyê jî got,wê grûpê Fewaz li ber dermanxaneyekê li bajarê Newa yê li gundewarê Dar’ayê danîn, piştî ku malbata wî fidye dan.

Bavê Fewaz, Mihemed Qitêfan diyar kir ku tenduristiya zarokê wî baş e.

Berî hefteyekê girtevîdyoyek hat belavkirin, tê de zarokê 8 salî Fewaz rastî eşkenceyê dihat û wî daxwaz û lava ji revandiyên xwe dikir ku li wî nedin û digot: “Ji bo Xwedê, li min nexin”.

Wê vîdyoyê karvedenake berfireh a piştevaniyê li dû xwe anî û bi hezaran postên hevxemiyê bi rêya hashtaga “Zarok Fewaz Qatêfan Rizgar Bikin” parve kirin û banga destpêkirina kampanyayekê ji bo komkirina pereyên pêwîst ji bo rizgarkirina Fewaz kirin.