Li Qersê dar û ber qerisîn
Li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê ji ber serma û seqemê dar û ber bi qeşa û qiraviyê sipî bûn.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê ji ber serma û seqemê dar û ber bi qeşa û qiraviyê sipî bûn.
Li Qersê piştî barîna berfê ji ber serma û seqemê li ser avahiyan şempelîk çêbûn û dar û ber bi qeşa û qiraviyê sipî bûn.
Li Çemê Qersê jî ku cemed girt dîmenên werdekên li xwarin û xurekê digeriyan hatin kişandin.
Ji welatiyan Şakir Arslan ji ajansa AAyê diyar kiriye ku dar û ber dîsa bi sipî xemilîne û gotiyr: "Gava em ji pencereyê li derve mêze dikin her der sipî ye. Halê welatê me ev e. Ev rewş xweşa me diçe, êdî em hîn bûne."
