Civîn û hevdîtinên Mesrûr Barzanî li perawîza Konferansa Asayîşê ya Munichê berdewam in
Di roja duyem a Konferansa Asayîşê ya Munichê de, Serokê Herêmê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hejmarek civîn û hevdîtin bi nûner û serkirdeyên welatan re kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di roja duyem a Konferansa Asayîşê ya Munichê de, Serokê Herêmê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hejmarek civîn û hevdîtin bi nûner û serkirdeyên welatan re kirin, ji wan jî du civîn ligel du şandên bilind ên Kongress û Encûmena Nûneran a Amerîkayê bûn.
Swerokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civînên ligel Emîndarê Giştî yê Encûmena Hevkariya Kendavê, Wezîrê Derve yê Urdinê û Serokwezîrê Lubnanê de beha rewşa Iraqê û hewlên pêkanîna hikûmeta nû û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û welatên Erebî.
Ji hevdîtin û civînên Mesrûr Barzanî, li perawîza Konferansa Asayîşê ya Munichê, civîna wî ligel şandeke bilind a Kongressa Amerîkî bi serokatiya Lindsey Graham civiya.
Di civînê de geşedanên herî dawî yên rewşa siyasî û rewşa Iraqê bi giştî û hewldanên pêkanîna hikûmeta nû û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatin gotûbêjkirin.
Şanda Kongressê tekez kir ku Kongress bi girîngî li Herêma Kurdistanê dinêre û pêwendiyeke bihêz di navbera me de heye, tevî liberçavgirtina hemû wan astengiyên li navçeyê hene jî, em di wê baweriyê de ne ku divê pêwendiyên me bihêz bimînin û em pêşve bibin.
Herwiha behsa biryara herî dawî ya Dadgeha Bilind a Federal a derbarê yasaya petrol û gaza Herêma Kurdistanê hat kirin, ku xizmeta seqamgîriya rewşa Iraqê û çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal nake.
Her li Munichê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li bajarê Munichê yê Almanyayê di çarçoveya Konferansa Asayîşê ya Munichê de ligel endamên Encûmena Nûneran a Amerîkayê Elissa Slotkin û Adam Schiff civînek pêk anî. Di civînê de li ser rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê gotûbêj hat kirin.
Herwiha di civînê de amaje bi biryara herî dawî ya Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê hat kirin derbarê petrol û gaza Herêma Kurdistanê de û tekezî li wê yekê kirin ku ev biryar ji aliyê Herêma Kurdistanê ve nayê qebûlkirin û Herêma Kurdistanê bi hemû şêweyan dakokî li mafên xwe yên destûrî dike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro şemiyê 19ê Sibata 2022yan roja duyem a Konferansa Asayîşê ya Munichê ligel Sekreterê Giştî yê Encûmena Alîkariyê ya Kendavê Nayîf El Hecref civiya. Di civînê de behsa rewşa giştî ya Iraqê û pêwendiyên welatên Kendavê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hat kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî duhî 19ê Sibata 2022yan di çarçoveya Konferansa Asayîşê ya Munichê de ligel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefedî civiya. Di civînê de li ser proseya siyasî ya Iraqê û pêwendiyên dostane yên navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê gotûbêj hatin kirin û tekezî li ser girîngiya berfirehkirina derfetên pêwendî û hemahengiya hevbeş a navbera herdu aliyan hat kirin.
Her duhî jî, Serokwezîr Mesrûr li Konferansa Asayîşê ya Munichê ligel Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîqatî civiya. Di civînê de geşedan û guhertinên herî dawî yên Iraq û navçeyê û hewldanên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û pêwendiyên Lubnan û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.