Mesrûr Barzanî li Munichê: Berhemên baş dê ji civînên me derkevin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî behsa naveroka civînên xwe yên li perawîza li Konferansa Asayîşê ya Munichê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Konferansa Asayîşê ya Munichê diyar kir, “Me çendîn hevdîtinên dualî encam dan û berhemên baş ji civînan derdikevin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: Me beşdarî di Konferansa Asayîşê ya Munichê de kir, ji bo em hizr û nêrînên xwe wek Herêma Kurdistanê pêşkêş bikin û me çendî hevdîtin dualî kirin.”
Got jî: “hevdîtinên me bi piraniya aliyên ku beşdarî konferansê bûne re hebû. Her çend îsal ji ber pandemiya Koronayê hejmara beşdarbûyan kêm bûn jî, lê me karî çendîn hevdîtinan bikin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Li ser piraniya babetên ku li navçeyê rû didin, me nêrîna Herêma Kurdistanê diyar kir, bi taybetî ji bo babetên ku ji Herêma Kurdistanê re girîng in. Ligel wê jî, me guhdariya nêrînên aliyên din jî kir. Bi nêrîna min, dê berhemên baş ji hevdîtinan hebe û hevtêgihîştina baş ligel hemû aliyan hebû.”
Derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û biryara Dadgeha Federalî de, Mesrûr Barzanî da zanîn: “Ev babeteke nevxweyî ye, lê belê me nîgeraniya xwe nîşan da, bi taybet derbarê ew pirsên hatine siyasetkirin. Mixabin li dijî mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê biryar hatin dayîn, ew ê di karîna me de bû ji bo şîrovekirina babetan, me axaftina pêwîst di derbarê de kir.”
Destnîşan kir jî, “Di Konferansa Asayîşê ya Munichê de, guftûgo li ser sê babetên sereke tê kirin, ew jî babetên siyasî, aborî û ewlehî ne. Me ligel hemû aliyan pêwendîdar guftûgo kir û me bîr û nêrînên Herêma Kurdistanê nîşan dan.”