Şûnwarên Xinis li herêma Şêxan a Başûrê Kurdistanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Şûnwarên Xinis 13 kîlometroyan li bakurê rojhilatê bajarokê Şêxan li bereva bakurê rojavayê çemê Komel dikeve û bi navê “Havîngeha Şah Senxerîb” tê naskirin.
Neqşên Xinisê, ji berhemên kevnar ên herî xweş ên herêma Badînan tê dîtin, hin dîmenên wê li ser zincîra zinaran hatine xêzkirin û kolandin.
Gelek peyker, neqş û şikeft lê hene ku wekî perestgehan dihatin bikaranîn. Ji peykerên wê jî, Gayê bibask, Efrîza Mezin û Kanala Senherîb in.





