Jina ku ji aliyê hevjînê xwe ve hat şewitandin canê xwe ji dest da

Şinyar Huner, piştî mana çend rojan li nexweşxaneyê, canê xwe ji dest da.

Silêmanî (K24) – Şinyar Huner, jina ku li taxa Kurdsat a bajarê Silêmaniyê ji aliyê hevjînê xwe ve hat şewitandin, piştî mana çend rojan li nexweşxaneyê, canê xwe ji dest da.

Berdevkê Tendirustiya Silêmaniyê Saman Şêx Letîf ji K24ê re ragihand; Şinyar Huner ku çend roj berê ji aliyê hevjînê xwe ve hat şewitandin, îro çarşemê 23ê Sibata 2022yan canê xwe ji dest da.

Roja yekşema borî, Rêveberiya Polîsê Silêmaniyê eşkere kir ku şeva şemiyê polîs hatine agahdarkirin ku jinek hatiye şewitandin, piştî veguhestina wê bo nexweşxaneyê, derket holê ku ji sedî 75ê laşê wê şewitiye.

Nûçegihana K24ê ragihand: “Şinyar Huner di temenê xwe yê 15 salî de zewiciye û dayîka du zarokan e. Piştî bûyerê malbata Şinyar derbarê hevjînê wê de doz vekirine.”

24 saet piştî bûyerê, hevjînê Şinyar ku dixwest ber bi welatê Îranê bireve, li ser sînor hat desteserkirin.