Pêşbîniya Baba Vanga li ser şerê rojhilatê Ewropayê

Pêşbîniya şerê Ukrayna û Rûsyayê kiriye.

Baba Vanga
Baba Vanga

Navenda Nûçeyan (K24) – Baba Vanga, jina nabîna ya Bulgaristanê di sala 1911ê de jidayîk bûye û di sala 1996an de di temenê xwe yê 86 salî de koça dawî kiriye, tiştên ku Baba Vanga pêşbînî kirine, yek bi yek derdikevin holê.

Cîhan li hember pêşbîniyên jina Bulgarî ya bi navê Baba Vanga mat maye. Ji bo bûyerên sala 2022yan, çar pêşbîniyên Baba Vanga hene:

1 – Kêmbûna avê, yek ji wan pêşbîniyan e ku Baba Vanga beriya koça dawî bike, behs kiriye.

2 – Şerê hebûnên esmanî li dijî mirovahiyê.

3 – Êrîşên kuliyan li Hindistanê, dê bibe sedema mirina bi milyonan kesan.

4 – Kontrolkirina teknolojiyê ji aliyê çend kesan ve, dê bibe sedema têkelbûna hesaban û têkçûna sîstema IT li cîhanê.

Baba Vanga beriya niha bûyera 11ê Îlonê, bûyerên Rojhilata Navîn, şerê Kendavê û têkçûna rewşa Ewropayê pêşbînî kirine, ji bilî wan, pêşbîniya şerê Ukrayna û Rûsyayê jî kiriye, behsa wê yekê jî kiriye ku dê çeka atomî were bikaranîn.

Vanga li ser bûyerên Rûsya – Ukraynayê gotiye: “Kesek dê li Yekîtiya Sovyetê dirust bibe û heta Bulgaristanê jî dagir bike.”

Herwiha behsa wê yekê jî kiriye ku di sedsala bîst û yekê de nexweşiya penceşêrê dê bi dawî bibe û çareseriya wê were dîtin.