Serok Barzanî sersaxî ji Kusret Resûl re xwast

Dayika Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kusret Resûl îro koça dawiyê kiribû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de sersaxî ji Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kusret Resûl re xwast, bo koça dawiyê ya dayika wî.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi mixabiniyeke mezin min nûçeya koça dawiyê ya dayika birayê birêz Kak Kusret Resûl Elî bihîst. Pirse û sersaxiya xwe arasteyî we, malbat û kesûkarên we dikim.”

Serok Barzanî di beşeke din a peyama xwe de dibêje: “Ji Xwedêyê mezin daxwazkar im giyanê dayika we ya xwedêlêxweşbûyî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide her aliyekî.”

Îro 18ê Sibata 2022an, Zubeyda Seîd Omer, dayika Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kusret Resûl li derveyî welat di temenê 87 saliya xwe de koça dawiyê kir.