Li Farqînê 2 zarok di bîrekî de xeniqîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Farqînê ya Diyarbekirê, 2 zarokên 2 salî û 3 salî di heman bîrê de xeniqîn.
Li gor agahiyên ku hatine belav kirin, Li Farqînê herdu zarok li ber bîreke ku tijî av bûye dilîstin û ketin wê bîrê.
Malbatên wan, ew herdu zarok ji bîrê derxistin û birin doktor, lê herduyan jî canê xwe jidest daye.
Zarokên xeniqîne, bi navê Zîlan Orcan (2 salî) û Melîk Amed (3 salî) ne