Li Şamê di şewatekê de 11 kesan canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama şewata avahiyekê li Şamê de, 11 kesan canê xwe ji dest dan û ziyanên madî yên mezin derketin.
Wezareta Navxwe ya Sûriyê ragihand, îro danê sibê di encama şewata li avahiya “La Mirada Mall” a li kolana El-Hemra ya Şamê de, 11 kesan canê xwe ji dest dan.
Wezaretê da zanîn, ji bo zanîna sedemên vêketina agir û derketina şewatê, lêkolîn didomin.
Serokê beşa ambûlansê li nexweşxaneya “El-Muctehîd” Dr. Mihemed Ebû El-Rîş ji SANA re got: Di encama şewatê de 7 kes term bûne rejî û ew nehatine naskirin.
Di daxuyaniyekê de jî, Wezareta Tendirustiyê tekez kir ku agir bi avahiya “La Mirada Mall” ket û wan yekser 4 ambûlans ji bo pêşkêşkirina alîkariyên pizîşkî yên pêwîst şandin û hejmarek birîndar ji bo dermankirinê ji bo nexweşxaneyên derdorê hatin veguhestin.