Diyarbekir.. Jin bi bisîkletê geriyan û daxwaza parastina mafên xwe kirin

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê jinan di çarçoveya pîrozbahiyên 8ê Adarê de bi bîsîkletan di nav bajêr de geriyan û bal kişandan ser mafên jinan.

Li Diyarbekirê Meclisa Jinan ya Amed ya Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Gel (KESK) bi boneya 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan, duhî Şemiyê bi bisîkletê di nav bajêr de geriyan û dirûşmên parastina mafên jinan avêtin. Parlementera HDPê Dersîm Dag jî beşdarî çalakiyê bû. 

Jinên ku bi cilûberkên xwe yên edetî ve beşdarî çalakiyê bûn daxwaza parastina mafên jinan anîn zimên.

Jinan gera xwe ya li nav bajêr bi gerandina govendê bi dawî anîn û bang li welatiyan kirin ku beşdarî mîtînga 8ê Adarê bibin.