Sîrwart Melikiyan, hevjîna Aram Tîgran koça dawiyê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevjîna hunermendê koçkirî Aram Tîgran, Sîrwart Melikiyan di 81 saliya xwe de koça dawiyê kir.
Nivîskar Kakşar Oremar ji K24ê re ragihand, Hevjîna hunermendê koçkirî Aram Tîgran, Sîrwart Melikiyan duhî li bajarê Brûkselê di 81 saliya xwe de koça dawiyê kir
Da zanîn jî, Sîrwart Melikiyan sala 1941ê li bajarê Qamîşlo ji dayik bûbû û 52 salan jiyana hevjîniyê bi hunermend Aram Tîgran (1934-2009) re jiyabû.
Nivîskar Kakşar Oremar got: “Sîrwart Melikiyan Ji 2009an û şûnde heya roja îro ku wê jî çavên xwe ji jiyanê miçandin, ne doza Aram berda ne jî ji Kurdan dûr ket.”
Kakşar Oremar bal kişande ser wê yekê, Sîrwart Melikiyan di karê pêşkeftinên hunerî yên hevjînê xwe (Aram Tîgran) de xwedî roleke mezin û ji doza Kurdistanê" re jî dilsoz bû.