Diyarbekir.. 8ê Adarê bi govend, şahî û bi diruşmeyan hat pîrozkirin

Diyarbekir (K24) – 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî li Diyarbekirê di Qada îstasyonê de bo organîzatoriya Platforma Jinan a Diyarbekir bi mîtîngekê hat pirozkirin. Di bernameya pîrozbahiyê de peyamên jinan hatin xwendin û bi komên muzîkê govend hat gerandin.

Îsal jî li Diyarbekirê navnîşana şahiya pîrozkirinê ya 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî Qada Îstasyonê bû. Di Qada Îstasyonê de bi organîzatoriya Platforma Jinan a Diyarbekir mîtîngek hat li darxistin. Di mîtîngê de peyamên jinên aktîvîst hatin xwendin û tundiya hember jinan hat şermezarkirin. Parlementera HDPê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî axaftinek kir û bal kêşand ku li hember hemu bang û hewildana tundiya hember jinan bi dawî nabe û tawanên hember jinan jî bêsiza dimînin û amaje kir ku êşkenceya ser jinên girtîgehan de jî didome.

Ji zarokan heta mezinan jinan bi cil û bergên rengîn ên Kurdî berê xwe dana Qada Îstasyonê û bi govend û şahî û bi diruşmeyan 8ê Adarê pîroz kirin. Beşdarên mîtîngê bang kirin ku bila zilma li ser jinan rabe, wekhevî pêk were û pirsgirêk bi aştîyê werin çareserkirin.

Di dawiya Mîtînga 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî de komên muzîkê û muzîkjen derketin ser dike û koma muzîkê Koma Sorjiyan û muzîkjen Ayfer Duzdaş stiranên xwe gotin. Beşdaran jî heta dawiya mîtîngê goevnda xwe gerandin.