Nêçîrvan Barzanî li Antalyayê ligel Serokê Dezgeha Hewalgirî ya Tirkiyeyê civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya Konferansa Avûhewayê (COP31) de li Antalyayê ligel Serokê Dezgeha Hewalgirî ya Niştimanî ya Tirkiyeyê (MÎT) civiya; di wê civînê de herdu aliyan tekez li ser xurtkirina harîkarî û hevahengiya hevpar a ewlehiyê di navbera Enqere, Bexda û Hewlêrê de kir, herwisa rûbirûbûna astengiyan û parastina tenahiya deverê jî hatin nîqaşkirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandinek belav kir û tê de amaje da ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êvara îro Çarşem, 11ê Mijdara 2026ê, di çarçoveya karên Lûtkeya Avûhewayê (COP31) de li Antalyayê, li gel Serokê Dezgeha Hewalgirî ya Niştimanî ya Tirkiyeyê (MÎT) Ibrahim Kalin civiya.
Di wê ragihandinê de hatiye ku di wê civînê de, peywendiyên Tirkiyeyê ligel Îraq û Herêma Kurdistanê û xurtkirina harîkarî û hevahengiya hevpar bi taybetî di warê parastina ewlehî û aramiyê de, herwisa giringiya hevahengiya di navbera Enqere, Bexda û Hewlêrê de di vî barî de hatin behskirin.
Li gorî wê ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, di tewerekê din ê wê civînê de li ser rewşa deverê, herdu aliyan tekez li ser berdewamiya harîkariyê bo rûbirûbûna astengiyan û parastina aramî û tenahiyê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê her îro di çarçoveya karên COP31ê de li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê hejmareka hevdîtinên dîplomasî yên bilind ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres, Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler kir û di wan hevdîtinan de pirsa guhartina keşûhewayê, tenahiya deverê û peywendiyên dualî nîqaş kirin.