Karên qonaxa sêyemîn a riya 150 metroyî ya Hewlêrê dest pê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî ku razemendî li ser cibicîkirina qonaxa sêyem a riya 150 metroyî ya Hewlêrê da, îro di merasîmekê de Wezareta Şarewan û Geştûguzar û kompanyaya Hêmin Grup, girêbesta projeyê îmze kirin.

Di qonaxa sêyem a riya 150 metroyî de, beşa di navbera riya Hewlêr – Behreke û heta Hewlêr – Duhok de tê cibicîkirin û dirêjahiya wê 6.1 kîlometro ye.

Qonaxa yekem a riya 150 metrî ji riya Hewlêr – Behreke heta riya Hewlêr – Şeqlawe hatiye temamkirin. Qonaxa duyem jî ji riya Hewlêr – Şeqlawa heta riya Hewlêr – Koye niha tê cibicîkirin.

Projeya riya 150 metrî, 70 kîlometro ye û li derdora Hewlêrê digere, Ew riyeke çûna bilez e û ti rawestandin tê de nîne. 

Riya 150 metrî, berdewamiya kolanên din ên giştî yên Hewlêrê ne ku ji riyên bazneyî yên wek 30 metrî, 60 metrî, 40 metrî, 100 metrî û 120 metrî pêk tê.

Bi temambûna projeya riya 150 a Hewlêrê, gelek qerebalixî li nava bajarê Hewlêrê kêm dibe.