Li Bedlîsê aşût bi ser mala mamosteyan de hat
Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê aşût bi ser mala mamosteyan de hat û di encamê de 7 otomobîl di bin aşûtê de man.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê aşût bi ser mala mamosteyan de hat û di encamê de 7 otomobîl di bin aşûtê de man.
Di demjimêrên derengê şeva 12ê Adara 2022ê de piştî barîna berfeke zêde Taxa Beşminare ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê aşût bi ser bexçeyê Mala Mamosteyan de ket.
Kesên di Mala Mamosteyan de diman, bi dengê bilind ê aşûtê şiyar bûn. Di encam de 7 otomobîlên mamoste û welatiyan ên parkkirî, di bin aşûtê de man û zerar gihişt wan. Aşûtê çend metreyan otomobîl ligel xwe xişikandine û ber bi jêr ve anîne.
Berfeke zêde ketiye ser otomobîlan.. Welatî hewl didin bi bêran otomobîlên xwe ji nav berfê derxin. Ew destpêkê tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez derbarê bûyerê agah dar dikin, tîm piştî demekê tên û ji cihê bûyerê diçin. Li ser vê yekê xelkê navçeyê bi alîkariya wan ve tên.
Ev sê roj in li Bedlîsê berf dibare û li gor pêşbîniyên keş û hewayê dê heta çend rojên din barîna berfê berdewam be. Aliyên peywendîdar ên parêzgehê derbarê egera çêbûna aşûtan de berdewam hişyariyê didin welatiyan û daxwazê ji wan dikin ku malên xwe yên li kendal û berpalên çiya ku metirsiya aşûtê li ser wan heye bi cih bihêlin.