Komeleyên jinên karsaz li Diyarbekirê kombûn

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê endam û rêveberên 3 komeleyên jinên karsaz kombûn û behsa kar û xebat û projeyên xwe yên ji bo wekheviya di sazî û rêxistinên kar de kirin. Jinan gotin ku; ew dixwazin ji hilbijartinên rêveberiyên sazî û rêxistinan de zêdetir piştgiriya jinan bê kirin.

Jinên rêveber û endamên Komeleyên Jinên Karbidest û Pîşesaz (KAÎSDER) , Komeleya Jinên Karsaz ya Konya (KÎKAD) û Komeleya Jinên Karsaz ên Başûr û Başûrrojhilat (DOGUNKAD) li Diyarbekirê li otelekê li hev kom bûn û behsa projeyên xwe yên ji bo jinan kirin.

Seroka KAÎSDERê Canan Karalar Yuksel, Seroka DOGUNKADê Rojda Yilmaz û Seroka Koordînatora projeyê Ece Unlu ve gotar hatin pêşkêşkirin û hat xwestin ku di nava civakê de, di rêveberiya sazî û rêxistinan de zêdetir mafê jinan hebin.