Li Bakurê Kurdistanê rêyên nêzîkî 2500 gundan hatine girtin

Berfa Bakurê Kurdistanê
Berfa Bakurê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber pêla berfbarînê, li Bakurê Kurdistanê rêyên nêzîkî 2500 gundan hatine girtin. Li gelek deveran bo dibistanan bêhnvedan hatin ragihandin.

Li gor daxuyaniyên Îdareyên taybet yên bajar û şaredariyan, li Wan, Mûş, Bidlîs û Colemêrgê rêyên 1044 gundan, li Erzirom, Qers, Erdexan û Îdirê jî rêyên 1115 gundan hatine girtin.

Li gor agahiyan, li Sêwas, Erzincan, Mereş û Meletî jî rêyên sedan gundan girtî ne.

Ji ber berfbarînê li gelek navçeyên Bakurê Kurdistanê bo dibistanan bêhnvedan hatin dayîn.