Li Bakurê Kurdistanê pêla berfbarînê didome
Navenda Nûçeyan (K24) – Pêla berfbarînê çend rojin li gelek deverên Bakurê Kurdistanê vegirtiye. Li hin cihên herêma serhedê bilindahiya berfê metreyan derbas dike.
Li gor daxuyaniyên fermî, li Erzirom, Qers, Erdexan, Îdir û Agiriyê rêyên 1153 gundan, li Wan, Colemêrg, Mûş û Bidlîsê, rêyên 932 gundan, Li Çewlîg, Xarpêt, Batman, Şirnex û Sêrtê rêyên 390 gundan ji berfê hatine girtin.
Taybet li deverên Erzirom, Sêwas û Erzincanê di navbera bajaran de jî hatûçûn bizehmetî dibe. Li gor seqanasiya Tirkiyeyê, berfbarîn dê dê çend rojên din jî berdewam be.