Li bajarên Wan, Mûş û Bedlîsê rêyên gelek gundan hatin girtin

Li sê bajarên Bakurê Kurdistanê, ji ber berfê rêya 81 gundan hat girtin.

Ji ber berfê rêyên gundan hatin girtin
Ji ber berfê rêyên gundan hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgehên Wan, Mûş û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber berfê rêya 81 gundan hat girtin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand ku ji ber berf û pûkê rêya 20 gundan hatiye girtin. Tîmên şaredariyê ji bo vekirina rêyan xebatên xwe berdewam dikin.

Li parêzgeha Wanê ji bilî rêya 20 gundan, rêya serekî ya navbera Wan û navçeya Miksê ji ber berfê hatiye girtin û tîmên peywendîdar ji bo vekirina rê dixebitin.

Li navenda Wanê jî tîmên berfê ji bo paqijkirina cade û kolanan dest bi kar û xebatên xwe kirine.

Rêveberê Îdareya Taybet a Bajêrê Mûşê Şeyhmus Yentur jî ragihand, ji ber berfê rêya 32 gundan hatiye girtin. Herwiha li navenda Mûşê jî tîmên şaredariyê dest bi paqijkirina cade û kolanan kirine.

Li Bedlîsê jî hefteyekê zêdetir e berf dibare û rêya 29 gundan hatiye girtin û xebatên vekirina rêyan berdewam in. Li navenda bajêr jî tîmên şaredariyê dest bi xebatên paqijkirina berfê kirin.